Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadegeha Ontario ya Kanadayê, biryara dana 142 milyon Dolarî ji malbatên qurbaniyê balafira Ukrayên re standin

10:32 - 2 Tebax 2023

Dadgeha Bilind a parêzgeha Ontario ya Kanadayê di biryarekê de xistina balafira riwînghilgira Ukrayên ji aliyê Sapha Pasdaran a rejîma Îranê ve, ku 176 riwîng hebû, bizanebûn û kiryara terorîstî da zanîn.

Vê dadgeha Kanadayê, di biryarekê de, rejîma Îranê bi dana 142 milyon Dollarî pere ji malbatên qurbniyên balafira riwînghilgir a Ukraynê cezar kir, ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve bibû armanc û 176 riwîngên vê balafirê bûn qurbanî.

Pêka vê biryarê divê rejîma Îranê, ji malbatên her qurbaniyeke vê balafirê re zêdeyî 16 Milyon Dolarî wek xisar bide û Yek milyon Dolarî jî ji bo êş û azarên ku ji ber vê êrîşa terorîstî dîtine bide.

Spaha Pasdaran a rejîmê li rêkevta 8ê Çileya Paşîn a sala 2020an a Zayînî de bi du mûşekan balafira riwîngihilgira Ukraynê kir armanc û di vê kiryara terorîstî de dewleta Kanadayê û 4 welatên din welatiyên xwe yên di vê balafirê ku 176 kes bûn ji dest dan.