Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “Mistefa Hicrî” bi hilkefta roja cîhanî ya Ciwanan

10:00 - 12 Tebax 2023

Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Înê 19ê Gelawêjê, bi hilkfta roja cîhanî ya Ciwanan peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Di roja cîhanî ya ciwanan de, ez pêwîst dizanim bi navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, pîrozbahiya vê rojê li ciwanên Kurdistan, Îran û cîhanê bikim.

Beşeke zêde ji barê tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ji bo gihîştin bi Kurdistaneke azad û rizgarkirî ji bindestiyê, li ser milê ciwanên Kurdistanê bûye. Yek ji sedemên berdewamiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê jî, encama wize û îradeya ciwanên Kurdistanê bûye ku nifş li pey nifş bi vê tevgerê bexşîne. Bi tevlîbûna ciwanan li nav refên xebata siyasî, germragirtina îradeya şeqamên Kurdistanê û pêdagirî li ser doza nîştimanî, îzna vê yekê nedane ku karwanê rizgariya Kurdistanê raweste.

Zêdebûn li dîtingehan û mekanîzma gihîştin bi rizgariya Kurdistanê, encama xebat û tekoşîna nifş li pey nifş a ciwanan bûye ku nerînên cuda anîne di nava vê tevgerê de û wan nûbûn û serdemîbûn kirine beşek ji pênaseya Kurdistanîbûnê.  Lewma em dikarin bêjin ku zîndîbûna gotara nîştimanî li Kurdistanê, berhema van ciwanane ye ku wêneyekî cuda bexşîne bi tevgerê û ew ji paremayînê rizgar kirine.

Eger îrade û wizeya ciwanan di  tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de nebaya, dê gelek zehmet bûya ku ev tevgere her wiha li ser pêyan ba û zehmet bû bikare hilgirê hin nirxên Kurdistanî û mirovî yên wek “jin, jiyan, azadî” ba.

Roja cîhanî ya Ciwanan li hemû ciwanên hişyar û bi hest ên Kurdistanê pîroz be.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ

20ê Gelwaêja 1402 a Rojî