Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî din ê xelkê Bokanê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate binçavkirin

10:19 - 12 Tebax 2023

Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Bokanê piştî gazîkirina wî bo Îdareya Îtilaatê ya rejîmê li vî bajarî hat binçavkirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Şemî 14ê Gelawêjê ciwanekî Kurd yê bi navê “Erselan Yûsifî” yê temen 29 salî û xelkê gundê “Selamet” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê, piştî gazîkirina wî bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Bokanê hate binçavkirin.

Hatiye zanîn, hêzên rejîmê dest bi ser maşîna navbirî de jî girtine.

Herwisa hatiye belavkirin ku “Erselan Yûsifî” ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê hevdîtin digel malbata xwe û hebûna parêzer bêpar bûye.

Hêjayê gotinê ye ku lipeykevtina malbata navbirî li derheq agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandî li dijî navbirî ti zaniyariyek ber dest nîne.