Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Bokanê 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

11:04 - 12 Tebax 2023

Di berdewamiya girtina bi kom a welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Tehranê ve, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Bokanê hatine girtin.

Êvariya roja Pêncşemî 19ê Gelawêjê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Lughman Pîşiyar” û “Hesen Merdanî” yên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Hêzên ewlehî yên rejîmê ev du welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên li dijî wan du welatiyên Kurd hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.