Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danûstandina azadkirina girtî û pere di navbera Amerîka û Îranê de berteka berpirsên Amerîkayê li pey xwe anî

11:34 - 12 Tebax 2023

Piştî rêkevtinek nihênî ya di navbera rejîma Îranê û Amerîkayê de, çend girtiyên Amerîkayî- Îranî hatine azadkirin û di encamê de Amerîkayî jî 6 miliyar Dolar perê destbiserdagirtî yê Îranê azad kir û her ev yeka jî bû sedem ku hin berpirsên Amerîkayê bertekê nîşan bidin.

Pêka nûçe û raporên belavbûyî, piştî çend meh gotûbêj û rêkevtinên nihênî yên di navbera dewleta “Baydên” û rejîma Îranê, di encamê de 5 girtiyên Amerîkayî- Îranî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne binçavkirin, hatine azadkirin û Amerîkayê jî 6 miliyard Dolar ji perê firotina nefta Îranê ku dest bi ser de hatibû girtin û biloke kiribû, azad kir.

Ev rêkevtina nihênî bertekên zêde li pey xwe anî. Cihgirê Serkomarê berê yê Amerîkayê ragihand ku rejîma Îranê ji vî pareyî hatî azadkirin bo berhemanîna balafirên bê balafirvan bo piştevanî ji Rûsiyê û herwisa piştevanî ji terorîzmê li dijî me û Îsraîlê dê bikar bîne.

ji aliyeke dinê ve du Senatorê Komarîxwaz yên bi navên “Tam Katên û Cîm Rîş” di vê derheqê de nîgeraniya xwe nîşan dan û ragihandin ku azadkirina van 5 kesan piştî dana 6 miliyard Dolar tenê rê bo melayan xweş dike heta ku kesên zêdetir girew bigirin.

Ji aliyeke dinê ve karbidestên rejîma Îranê jî di vê derheqê de bertek nîşan dan.

“Mehmûd Sadiqî” Nûnerê berê yê mecilisa rejîmê bi belavkirina tiwîtekê ev rêkevtin bi karek rezîl da zanîn û got ku azadkirina wan kesan ti pêwendiyek bi Amerîkayê re nîne, ger sîxur bûn çima hatin azadkirin? ger sîxur jî nebûn çima hatibûne binçavkirin?

Hatiye ragihand ku sê ji wan girtiyan li girtîgeha “Êvîn”ê bo cihek din hatine veguhastin û heta dema veguhasina perê diyarîkirî bo yek ji bankên “Qeter”ê nayên radestkirin.

Ev kesên ku niha hatinî azadkirin berê bi tohmeta “hevkarî digel dewleta Amerîka”yê hatibûne binçavkirin û bi 10 sal girtîgehê hatibûne cezadan.

ji aliyek dinê ve li derheq perê hatî azadkirin, hatiye ragihandin ku pêka rêkevtina di navbera Amerîka û rejîma Îranê de, ew pere rasteras naçe ber destê rejîma Îranê, tenê bo kirîna kelûpelên weke derman û alavên pizîşkî û xwarinan dikarin mifahê jê werbigirin.