Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Tebaxa 2023an de zêdetirî 74 girtiyan di girtîgehên rejîmê de hatine bidarvekirin

10:20 - 2 Îlon 2023

Di mehekê de herî kêm 74 girtî di girtîgehên rejîma Îranê de hatine darvekirin. Ev rêjeye li gorî Tîrmeha sala 2023an bi rêjeya 13 haletan wate (21%) zêde kiriye. Di Tîrmehê de 61 kes di girtîgehên rejîmê de hatibûne bidarvekirin.
Li gorî amara ku Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê tomar kiriye, di meha Tebaxa 2023an de, herî kêm 74 kes di girtîgehên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin ku ji vê amarê 53 kes bi sizayên madên hişber hatine îdamkirin.
Hengaw dibêje, li meha Tebaxê di girtîgehên rejîma Îranê de 16 girtiyên Belûç, 10 Kurd û 8 girtiyên Tirk hatine bidarvekirin.
Di vê mehê de 3 girtiyên Efxanî, zarokek bi navê Mihemed Cewad Ekberî yê xelkê Koyeştê û jineke bi navê Ruqiye Abidînî ya xelka Tewrêzê, hatine îdamkirin.
Ew kesên ku hatinî bidarvekirin bi wan tohmetan bi îdamê hatibûne sizadan: “Kuştina bi qestî, 15 kes; bazirgaznîkirin bi madeyên hişber, 53 kes; destdirêjiya sêksî, 5 halet û diziya çekdarî jî haletek bûye.