Piştî bangewaziya 6 hizbên Rojhilatê Kurdistanê derheq mangirtina giştî li Kurdistanê di 25ê Xermananê de, dukandar û bazariyên çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê man girtin û dukanên xwe daxistin.
Îro roja Şemî 25ê Xermananê, xelkê bi helwêst li bajarên Merîwan, Sine, Bane, Bokan, Şino û Seqizê û çendîn bajarên din bi hilkefta salvegera şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê serkutkarên rejîma Îranê ve man girtin û dukan û bazariyên xwe daxistin.
Hatiye zanîn ku rejîmê bajarê Seqizê bi tevahî mîlîtarîze kiriye û ji tirsa rabûna xelkê ve şeqam û kolan û bi taybet derdora goristana Ayçiya vî bajarî hêzên serkutkar cihgir kiriye.