Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Waşingtonê civînek siyasî ji bo rêzdar Xalid Ezîzî li Enistîtuya Kurd bi rê ve çû

10:33 - 16 Îlon 2023

Roja Çarşemî rêkevta 22ê Xermananê, Enistîtuya Kurd li Waşingtonê, civînek siyasî ji bo rêzdar Xalid Ezîzî, Berdevkê Hizba Demokrat a kurdistana Îranê pêk anî; di vê civînê de berdevkê Hiza Demokrat behseke hemû aliyane li ser dawî guhrenkariyên Kurdistan, dever û Îranê pêşkeş kir.

Xalid Ezîzî di axavtinên xwe de behsa vê yekê kir ku pêdivî ye Kurd digel Îraniyên azadîxwaz û yên ku baweriya wan bi demokrasî û dabînkirina mafên neteweyan heye, xebateke yekgirtiyane ber bi pêş ve bibin ku li ser bernameyeke hevbeş rêk bikevin.

Berdevkê Hiza Demokrat di beşek din a behsa xwe de, gef û givaşên Komara Îslamî li dijî xelkê Kurdistan û Hizba Demokratê bo vê rewşê vegerand ku xelkê Îran û Kurdistanê yekgirtîtir ji berê li devedevê salvegera şoreşa Jînayê de xwe ji bo qonaxek din li nerizatiyên cemawerî amade kirine û ev jî tirsa rejîma Îranê li pey xwe aniye, her lewama dixwaze wiha nîşan bide ku li derve metirsî li ser Îranê ye.

Rêzdar Xalid Ezîzî îşare bi vê yekê jî kir ku Hizba Demokrat wekî hertimî berpirsayane digel rewşa Herêma Kurdistanê reftar kiriye û ti carî li Herêma Kurdistanê wekî pişt cebheya xwe bikar neaniye û ev yeka jî bi hemû aliyekê re ragihandiye û di vê derheqê de, emê digel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê li civîn û çavpêkevtinan de berdewam bin.

Berdevkê Hizba Demokrat li ser vê bawerê bû ku armanca Îranê pitir jinavbirina qewareya Herêma Kurdistan û nearamkirina  welatê Îraqê ye, her lewma pêwîst e Amerîka û hevpeymanan di vê heyamê de rû bi rûyê Îranê bibin û sînorekê bo fitneyên Îranê  danên.