Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

10:38 - 16 Îlon 2023

Hêzên rejîmê li bajarê Mihabadê rijiyane ser mala du welatiyan û bi awayekî hovane ew du welatiyên Kurd binaçv kirin.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, roja Înê 24ê Xermananê, hêzên ewlehî yên rejîmê li bajarê Mihabadê, rijiyane ser mala du welatiyên kurd yên bi navên Eşkan Fehîm û Riza Endîşe, û deriyên mala wan şikandin, û ev ciwanên Kurd girtin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Herwisa ew du welatiyên Kurd, bi sedema lêdan û kutana tund ji aliyê hêzên rejîmê ve, birîndar bûne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û cihê mana wan du welatiyan ti zaniyariyek ber dest nîne.