Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antonî Bilînkên: “Navê Jînayê bûye remzek û her tim dê verbîrhênerê biwêriya xelkê Îranê be”

10:57 - 16 Îlon 2023

Antonî Bilînkên: “Navê Jînayê bûye remzek û her tim dê verbîrhênerê biwêriya xelkê Îranê be”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê li derheq salvegera şehîdbûna Jînayê peyamek belav kir û daye zanîn, Jîna bi tohmetekê hate binçavkirin ku di rastiyê de ti tawanek nebû û rejîma Îranê bi awayekî hovane xelk serkut kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Antonî Bilînkên” roja Înê 24ê Xermananê, li deheq şehîdbûna jînayê peyameke vîdyoyî belav kir û di vê peyamnê de got: “Navê Jînayê bûye remzek û her tim dê verbîrhpênerê biwêriya xelkê Îranê be û di rastiyê de Jîna bi sedemekê hate binçavkirin ku wê ti tawanek nebû”.
Herwisa Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: “Piştî belavbûna nûçeya canjidestdana Jînayê, tevgereke seranserî bi rêberiya ciwan û jinan bi banghêjiya “Jin Jin Azadî” serî hilda û rejîma Îranê di bersivê de bi awayekî hovane nerizayetiyên aşitîxwazane serkut kirin, bi 100an kes ên wek zarokan kuştin û bi hezaran kes binçav û îşkence kirin û ew rastî tundûtîjiyên regezî anîn”.
Herwisa Antonî Bilînkên bi tekezî gotiye ku “rejîma Îranê dest bi lidarxistina dadgehên şanoyî û bidarvekirinên lezgîn kir”.
Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi hewlên Amerîkayê bo piştevanîkirin ji xelkê Îranê li hember rejîma Îranê gotiye, ku Amerîka li xelkê Îranê û herwisa hemû kesên ku berevanî ji mafên xwe yên mirovî dikin, piştevaniyê dike.