Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên xelkê Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

11:29 - 16 Îlon 2023

Ezîz Merzî û Azad Emînî, du çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên xelkê Seqizê ji aliyê hêzên serkutker yên Komara Îslamî ve hatine girtin.

Li gorî nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, Xweragirî, roja Înê 24ê Xermanana 1402 a Rojî, Ezîz Merzî mamosteyê dibistanê û çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê Seqizê herwisa Azad Emînî yek ji Endamê Encumena Ferhengî ya Hîwaya Zanist û Endamê Encumena Jîngehparêziya Jiyana kesk a Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve bi awayekî hovane hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Hêzên rejîmê rijiyane ser mala wan du welatiyên Kurd û piştî vekolîna malên wan û bêrêzîkirinek zêde, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew binçav kirin.

Hêjayê gotinê ye ku Ezîz Merzî piştî çend demjimêr ji girtinê hatiye azadkirin, lê heya niha ti zaniyariyek li ser çarenivîsa Azad Emînî li ber dest nîne û hewla lipeykevtinên malabata navbirî bê encam maye.