Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Kongireya Netwên Îrana Federal li derheq gefxwarinên rejîma Îranê li ser hizbên Kurdî

10:12 - 16 Îlon 2023

“Kongireya Netwên Îrana Federal” li derheq gefxwarinên rejîma Îranê li dijî hizbên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: “Her wekî li medyayên cur bi cur de tê dîtin, berpirsên siyasî û leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê di heyama çend rojên derbasbûyî de çendîn caran gef li kempên penaber ên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û xelkê Başûrê Kurdistanê xwarine xwariye û raporên meydanî jî ev yeka piştrast kirine ku rejîma Îranê li Herêma Kurdistanê dewreke nû ya êrîşa leşkerî li dijî wan penaberan amade dike”.

Herwisa “Kongireya Netwên Îrana Federal” ragihandiye: “Di heyama 43 salên derbasbûyî de rejîma serkutker a Îranê ji bo mana xwe, terorîzma dewletî, bi barîmtegirtin, kuştin, serkut û reftara ne-asayî ya navdewletî ji xwe hesibandiye û hemûyê wan kiryaran encam dide.

Di vê daxuyaniyê de daxwaz ji welatan, Rêkxirawa Netewên Yekgirtî, rêkxirawên mafê mirovî, hikûmeta federal a Îraqê û Herêma Kurdistanê kiriye ku li hember pîlanên rejîma Îranê bertek hebin û pêşiya êrîşên rengehî yên rejîma Îranê bo ser kempên penaberên Kurd bigirin.

Herwisa vê Kongireyê daxwaz ji Amerîka û hêzên hevpeymanan li Îraqê kiriye ku bi berçavgirtina desthilata rejîma Îranê li Îraqê bi taybet di esman de, seha berpirsyaretiyê li hember rejîma Îranê hilbigirin û rêgirî li dubarebûna wan tawanan bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku reftarên cinayetkarane yên rejîma Îranê çi li asta navxwe û çi di asta navdewletî de, mana rejîmê dirêj nake û xebata gelên Îranê ber bi rizgarî û nehiştina rejîma cinayetkar ve bi pêş ve diçe.