Grevgirtina giştî di yekemîn salvegera şoreşa Jînayê de, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve çû.
Pêka ev dîmen û girtevîdyoyên ku ji bo Odeya Nûçeyan ya Navenda Ragihandina Hizba Demokrat hatine şandin, îro roj Şemî 25ê Xermananê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Seqiz, Bokan, Bane, Urmiye, Merîwan, Şino, Dîwandere, Kamêran, Sine, Mihabad, Pîranşehr û Kirmaşanê, grevgirtin bi rê ve çû û xelkê dukan û bazar daxistin.
Ji aliyek dinê ve, navendên ewlehî yên rejîmê ji tirsa serhildana xelkê û beşdariya xelkê di rêûresma salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de, mala bavê Jîna Emînî li Seqizê li şeqama Mamoste Hejar dorpêç kirine û nahêlin ti kesek û maşînek hat û çûya wir bike û Emced Emînî jî, bavê Jîna Emînî tevî hatina derê ji mala xwe ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û piştî çend demjimêr lêpêçînkirin hate berdan û di mala xwe de dorpêçkirî ye.
Komara Îslamî ya Îranê ji tirsa serhildana xelkê û bo çavtirsandina xelkê, keşeke mîlîtarîze li bajarên Kurdistanê pêk aniye û hêla înternetê lawaz kiriye û di hin navçeyan de hêla înternetê qut kiriye.