Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Mihabadê welatiyek Kurd hete girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin

10:50 - 3 Îlon 2023

Girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve berdewam e û her roj hejmarek ji welatiyên Kurd têne binçavkirin û her di vê derheqê de welatiyek Kurd ê xelkê bajarê Mihabadê, roja Yekşemî 5ê Xermananê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin.

Roja Yekşemî 5ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Xalid Mulannijad” yê kurê Mihemed û xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin û bo cihek nediyar hate veguhestin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di vê derheqê de ragihandiye, hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî “Xalid Mulannijad” binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Hatiye zanîn ku navbirî heta niha ji destpêregihîştin bi parêzer û pêwendiya telefonî digel malbata xwe bêpar bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.