Rejîma Îranê ji tirsa serhildana dubare ya xelkê û beşdariya xelkê “Banê” di rêûresma salvegera şehîdkirina “Jîna Amînî” de, rêya Bane-Seqizê daxistin.
Roja Înê 24ê Xermanana 1402 a Rojî, Birêveberiya Rêûban û Veguhastin a rejîma Îranê li bajarê Banê agehdariyek li jêr navê “destkarî û nûjenkirina tonela Mileyxan”ê li rêya Bane-Seqizê belav kiriye û daye zanîn ku ji demjimêr 6ê sibêdehê heta roja Şemî 25ê Xermananê, bo heyameke nexuya ew rêye tê daxistin.
Xelkê bajarê Banê dixwestin ku roja Şemiyê 25ê Xermananê li rêûresma salvegera şehîdkirina “Jîna”yê li goristana “Ayçî” ya bajarê Seqizê beşdariyê bikin û rejîmê ji tirsa beşdariya berfireh a xelkê di vê rêûresmê de rê daxistiye.
Ji aliyek dinê ve, hêzên rejîma Îranê tevî daxistina rêya bingehîn a goristana Ayçî, aliyeke ava bendava “Çira Weys”ê vekiriye da ku ava çemê Seqizê bi qasek zêde be ku rêya din a çûna nav giristanê bê girêdan.