Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama spasî û pêzanîna şeş partiyên Rojhilatê Kurdistanê derheq birêveçûna greva birûmet û giştî ya 25ê Xermananê

10:30 - 17 Îlon 2023

Xelkê mafxwaz û azadîxwaz ên Kurdistanê!

Roja Şemî 25ê Xermananê, we xelkê serbilind û şoreşger ên Kurdistanê li Urmiye, Şino, Pîranşehr, Rebet, Serdeşt, Mihabad, Bokan û Seqiz, Bane, Merîwan, Sine, Kamiyaran, Rewanser, Dêwolan, Dîwandere, Bicar, Pawe, Kirmaşan, Îlam û Kangawerê bi coşeke mezin ve pêşwazî ji bangewaziya şeş hizbên Rojhilatê Kurdistanê kirin.

We xelkê têkoşer ên Kurdistanê tevî milîtarîzekirina zêdetir a Kurdistanê û hemû zext û gefên navendên tepeserker ên rejîmê û hemû rêkarên ewlehî ji bo ku deng û henaseya we bê bifetisîn, careke din bi mangirtina berfireh û daxistina dukan û bazaran li bajar û bajarokan tevî şermezarkirina kuştina Jîna Emînî û tawanên din ên rejîmê di meşa şoreşa (Jin Jiyan Azadî) di yek sala derbasbûyî de, hevdem cinayetên pitir ji çar dehikên desthilatdariya rejîmê deheq bi xelkê Kurdistanê û tevgera siyasî ya Kurdistanê riswa kir.

Di vê grevê de we careke din bi yekdengî peyama xwe ya berxwedan û hevgirtinê gihande Komara Îslamî û di heman demê de we piştevaniya xwe ji daxwazên aliyên siyasî yên xwe re dubare kir. Her lewam, em şeş hizb û aliyên siyasî yên ku bangewaziya grevê ragihandibûn, spasiya helwêst û îradeya we ya bilind ya çi carî nayê çemandin dikin û ew destkevta siyasî ya nû dikine sermayeke giranbuha ji bo geşkirina xebeta girseyî û yekîtiya civaka siyasî ya Kurdistanê.

Helwesta siyasî û greva we ku careke din pêdagirî li ser gotina “na” bi Komara Îslamî û xwedîderketina we li pirsa siyasiya rewa ya gelê me bû, we careke din nîşan da ku çiqasî plan û pîlanên dijmin zêde jî bin, pêgavên xebat û berxwedaniya me sist nekiriye û tevî vê yekê jî em rijdtir kirine û di niha de îradeya me ya serkevtinê ji her demê xurtir e.

Ew helwêsta we ya siyasiya watedar careke din îspat kir ku serkuta bi xwîn, girtin û îşkencekirin, îdamkirin, teror û mûşekbaran, nikarin îradeya neteweya Kurd bo berdewamî ji xebat û têkoşanê heta ku mafên xwe yên rewa û demokratîk bi dest nexin, bixine qedeman.

Ew mangirtine careke din nîşan da ku Kurdistan yekgirtî û yekrêzî ye û herwisa çepera têkneşikestî ya xebata bo azadiyê ye û tevgera siyasî ya Kurd hilgirê erkek dîrokî ye û heta bidestveanîna armancên bilind ên mirovî ji xebat û têkoşînê berdewam dibe.

Silav li îradeya bilind û xebatkaraneya we

Silav li erk û berxwedaniya we 

_Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

_Komele (Rêkxistina Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê )

_Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

_Saziya Xebata Kurdistana Îranê

_Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

_Komela Zehmetkêşên Kurdistanê

 

25ê Xermanana 1402 a Rojî 

16ê Îlona 2023an