Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li dehan bajarên cîhanê li salvegera şehîdkirina Jînayê û serhildana gelên Îranê hate lidarxistin

10:38 - 17 Îlon 2023

Kurdistanî û Îraniyên akincî yên welatên cîhanê, bi hilkefta yekemîn salvegera serhildana gelên Îranê û şehîdkirina Jîna Emînî, pitir ji 20 bajarên cîhanê xwenîşandan bi rê ve birin .

Roja Şemî 25ê Xermananê, hevdem digel yekemîn salvegera serhildana gelên Îranê û şehîdkirina Jînayê, Kurdistanî û Îraniyên akincî yên welatên wekî Ustiraliya, Niyuzlend, Fîlend, Holend, Japon, Utrîş, Koreya Başûr, Danimark, Alman, Îtaliya, Feransa û Swêdê li dijî rejîma Îranê û bo piştevanî ji gelên Îranê xwenîşandan bi rê ve birin.

Xwenîşandan bo piştevanî ji şoreşa gelên Îranê û dijayetî digel Komara Îslamî, dirûşmên wek neman bo Komara Îslamî, neman bo Xamineyî, Jin Jiyan Azadî, û çendîn dirûmên din, herwisa daxwaz ji welatên cîhanê kirin ku piştevaniya xelkê Îranê bikin.

Birêveçûna wan xwenîşandanan di halekê de ye ku di salvegera şehîdkirina Jînayê de, Amerîka, Birîtaniya, Keneda û Yeketiya Ewropa li berteka serkutên sîstematîk yên rejîma Îranê, çendîn kes û damezraweyên rejîmê xistine nav lîsteya dorpêçan.