Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûciwanekî xelkê Sine ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:13 - 17 Îlon 2023

Karwan Rizayî, nûciwankî temen 15 salî û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hate girtin.

Li gorî nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê Xweragirî, nîveşeva Înê 24ê Xermanana 1402 a Rojî, hêzên rejîmê yên îdareya Îtilaatê li bajarê Sine êrîş kirine ser Karwan Rizayî nûciwanê temen 15 salî û xelkê vî bajarî û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî  bi awayekî hovane hatiye girtin.

Malbata Karwan Rizayî piştî girtina kurê xwe, bi awayekî berdewam serdana navendên serkutker yên Komara Îslamî li bajarê Sinê kirine, lê lipeykevtinên wan heya niha bê encam maye û heya niha sedema girtin û tohmetên ku bi ser de hatî sepandin û çarenivîsa wî ti zaniyariyek ber dest nîne.