31 sal berî niha û di 26ê Xermanana 1371an de, Komara Îslamî ya Îrana terorîst di berdewamiya kiryarên xwe yên terorîstî de li nav dilê welatê Ewrpoayê de, tawaneke din a dijemirovî li dîroka pir ji tawan û serşûriya xwe de afirand û di pîlaneke terorîstî û qirêj de, Dr. Sadiq Şerefkendî naskirî bi “Duktor Seîd”, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sê kes ji hevalên wî yên bi navên Fetha Ebdulî yê Endamê Komîteya Navendî ya Hizbê, Humayûn Erdelen yê nûnerê Hizbê li welatê Almanê û Nûrî Dêhkurdî yê xebatkarê naskirî yê Îranê, li bajarê Berlîna Almanê bi destê terorîstên Komara Îslamî hatin şehîdkirin.
Dr. Şerefkenî ku di meha Xermana 1371an de bi mebesta birêvebirina hinek karûbarê siyasî çûbû Ewropayê, bo beşdarîkirin di kongireya Înternasiyonal Sosiyalît serdana welatê Almanê kir.
Piştî vê kombûnê û demekê ku digel nûnerên çend aliyên siyasî yên opozîsiyonê bo diyalog û guherîna nerînan û gihîştin bi pilatformeke hevkarî, di resturana Mîkonûsê li bajarê Berlînê kom bibûn, terorsîtên rejîmê xwe gihandine cihê kombûnê û şanda Hizba Demokrat dane ber destdirêjiya gulleyan û bi şehîdkirina Dr. Seîd û hevalên wî tawanek din a terorîstî afirandin.
Dr. Sadiq Şerefkendî baweriyek zaf bi hevkariyê di navbera gelan û hemû azadîxwazên Îranê de hebû û li ser vê baweriyê bû ku rûxandina rejîma Îranê bê nêzîkî û hevkarî, û bê hebûna hevpêwendiya di navbera hêzên welatparêz û xebatkar yên Îranê, kareke ne mumkin, yan aliyê kêm kareke zehmet e, lewma ji her derfet û firsendekê ji bo vê armanca xwe mifah werdigirt û bi kiryar cehd jê re dikir û di encamê de jî her di vê rêyê de canê xwe goriyê azadiya Îranê û armancên neteweya Kurd kir. Lewra bîr û navê Şerefkendiyê mezin di yad û bîra gelê wî de, dê hertim zindî bimîne û qet nayê ji bîr kirin.