Mamoste Hadî Ehmedî gotarbêj û mamosteyê dibistana Zanista Olî ya “Şems El-arifîn” li bajarê Necara Pawê, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan ya rejîmê li Kirmaşanê, 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê ragihandiye, dadgehê ev mamosteyê Olî yê Kurd bi “propagende li dijî rejîmê” tometbar kiriye û ew cezaye jî, roja Şemî 11 Xermananê bi ser navbirî de hatiye sepandin.
Mamoste Hadî Ehmedî, roja Çarşemî 1ê Xermananê û roja Çarşemî 21ê Pûşperê bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan ya rejîmê li Kirmaşanê hatibû gazîkirin.