Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevî hemû rewşên awarte û milîtarîzekirina bajaran, li Îranê xwenîşanda bi rê ve çûn

09:20 - 18 Îlon 2023

Rejîma Îranê bi cihgîrkirina hejmareke zêde ji hêzên ewlehî û întizamî li piraniya bajaran hewla rêgirî ji kombûna xelkê û xwenîşandana kir, lê di çendîn cihan de xwenîşandan bi rê ve çûn.

Roja Yekşemî 26ê Xermananê, piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatibûne milîtarîzekirin û li bajarên wek Urmiyê bi 10an maşînên hêza serkutker hatibûne cihgîrkirin, lê di bajarê Hemedanê de xelkê nerazî bi dirûşmên wek “bimre Xamineyî û bimre dîktator” û “her kesê xwîşka me kuştibe emê wî bikujin” rijyane ser şeqaman û xwenîşandan kirin û hêzên serkutker ên rejîma Îranê teqe li xwenîşanderan kirin.

Piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên serkutker ên Întizamî, Spaha Pasdaran a terorîst û hêzên Îtilaatê ve bi awayekî tund têne çavdêrîkirin û înterneta piraniya bajaran bi taybet bajarê Sinê rastî qutbûnê hatiye û li bajarê Seqizê jî tevî milîratîzekirina bajar, di çend taxên vî bajarî de hêzên rejîmê êrîş kirine ser malên xelkê û teqe li xelkê kirin.

Herwisa li Goherdeşta Kercê jî, xelkê bi hilkirina agir hewla daxistina şeqaman da û hêzên serkutker bi rêjeyeke gelek zêde ve li wan cihande cihgîr bûn û rêgirî li kombûna xelkê kirin.

Li çendîn taxên bajarê Tehranê wek “Kela Hesenxan” û “Serqenat”ê de xelkê hewla rêkxistina xwenîşandanê dan û malbatên kesên binçavkirî yên roja 25ê Xermananê li ber deriyê Stada Fermandehî ya hêzên serkutker a Întizamî kom bûne û daxwaza azadiya zarokên xwe kirin ku hêzên serkutker bi awayekî hovane û bi lêdana batom û ajotina motorsîkleten bi ser wan re, hewla belavkirina wan xwenîşanderan dan.

Di bajarê Qezwînê de jî, ciwanên bajar li ser şeqamên bajar, agir berdane benêrên Xamineyî.

Pêka amarên belavbûyî ji aliyê rojnameyên navxweyî ve, hêzên rejîma Îranê li 25ê Xermananê, bilî bajarê Tehranê ku amara binçavkiriyan nehatiye belavkirin, zêdetir ji 270 kes li seranserê Îranê binçav kirine.

Pêka wan amaran, zêdetir ji 137 kes li parêzgeha Urmiyê û zêdetir ji 97 kes li parêlzgeha Îsfehanê, 17 kes li bajarê Merîwan, Sine, Dîwandere û Bokanê hatine binçavkirin û li bajarê Dêhdeşt ê ser bi parêzgeha “Bûyêr Ehmed û Kohgîlûyê” jî 15 kes hatine binçavkirin, 2 kes li Erdebîlê û kesek jî li bajarê Tewrêzê hatiye binçavkirin.