Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend dronek li bajarê Gurganê kevtine xwarê û 2 kes birîndar bûn

10:31 - 18 Îlon 2023

Bi sedema kevtina xwarê ya çend dronekê li bajarê “Gurgan” ê ser bi parêzgeha Gulistanê, dengeke gelek mezin li vî bajarî hate bihîstin û berpirsên rejîmê li vî bajarî behsa birîndarbûna 2 kes ji xelkê medenî kirine.
Sibêdeha roja Duşemî 27ê Xermananê, dîmenên kevtina xwarê ya çend dronekê li çendîn taxên bajarê Gurganê hatine belavkirin û rejîmê di despêkê de daye zanîn ku hêzên berevaniya esmanî çend dronek xistine xwarê û du kes ji xelkê medenî jî birîndar bûne.
Bi sedema kevtina xwarê ya wan dronan bi ser mal û dukanên xelkê medenî de, çendîn mal û dukan û herwisa malên xelkê ziyan berkevtine.
Cihgirê Parêzgarê rejîmê li parêzgeha Gulistanê “Elî Mihacir” tevî redkirina kevtina 8 dronan gotiye, ku “ev laşane yên beşek ji dronekê bûne ku kevtine xwarê û di encam de 2 kes ji xelkê bajar birîndar bûne, lê navbirî xwe ji dana her zaniyariyeke serast li derheq sedema kevtina xwarê ya van dronan parastiye.
Nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê ên wek “Fars û Borna”yê jî îdia kirine ku, ew droneke destçêkirî bûye ku ji aliyê berevaniya esmanî ya rejîmê ve hatiye teqandin.