Roja Pêncşemî 23ê Xermananê, ji aliyê Komîteya Derveyî welat û Norwêjî ya Yeketiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, pirtûkxaneya Lîlistirom û komona Lîlistirom, semînarek bi hilkefta salvegera şoreşa Jînayê û Jin Jiyan Azadî, bi beşdariya beşek berçav ji endamên Yeketiya Jinan û kurdên akincî yên welatê Norwêjê, li bajarê Lîlstiromê bi rê ve çû.
Li beşa yekem a semînarê, Îsmaîl Îsmailzade, çend helbestek pêşkeşê beşdarbûyan kir.
Piştre Ebdula Hicab, behsek li ser şoreşa Jînayê pêşkeş kir û li beşek behsa xwe de got, şoreşa Jin Jiyan Azadî şoreşek civakî ye û bi lêkevtên wê yên siyasî ve, ew şoreşe ne tenê rejîma dîktator , belkî zilhêzên dîktator jî kiriye armanc û di niha de bandorên vê li ser civakê xyya ye. Nifşa niha girîngiya nirxên îdolojîk û siyasî yên wê rejîmê red dikin û xwe bo damezrandina sîstemek demokratîk amade dikin û çavkaniya hêz û îlhama wê şoreşê tevgera Kurdistan û jinên Kurdistanê ne ku derbasbûyek dehan sale ji xebat bo demokrasî û yeksanî û azadiyê hene.
Beşa yekem a semînarê bi pêşkeşkirina çend sirûd û sitranaên şoreşgerî ji aliyê girûpa Dîwane ve dawî pê hat.
Li beşa duyem a semînarê ku şanoyek bi nîşandana dîmenên şehîdkirina Jînayê ku ji aliyê endamên Yekîtiya Ciwan û Yekîtiya Jinan ve hatibû amadekirin, hate pêşkeşkirin.
Piştre Nûnerê Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê, Şilêr Bapîrî behsek li jêr navê rewşa mafê mirov li Îran û bi taybet li Kurdistanê pêşkeşê amadebûyan kir.
Her di beşa duyem de Serokê Mafê Mirovî yê Norwêjê, Mehmûd Emîrî Muqedem, behsek li ser pêywendî digel şoreşa Jînayê pêşkeş kir.
Li beşa dawî a semînarê Mehbûbe Rehîmî, Berpirsê Komîteya Derve ya Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî sipas û pêzanîn li pirtûkxaneya Komona Lîlstirom û beşdarbûyan, çend gotinek li peywendî digel çawahiya mirina newext ya Jînayê û mebest jo pêkanîna semînarê û karê hevbeş a rêkxiraweyan pêşkeş kir.