Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Leyla Qelwezî çalakvana medenî û xelka bajarê Kamêranê hate girtin

11:23 - 3 Îlon 2023

Lêyla Qelwezî çalakvana medenî û xelka Kamêranê, carek din ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û navbirî berê jî li meşa şoreşa Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.
Li gorî rapora “Hengaw”ê, Lêyla Qelwezî piştî girtinê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a rejîmê li bajarê Kamêranê, ji bo girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê hatibû veguhastin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derheq sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.
Hengawê dibêje, Leyla Qelwezî roja Sêşemî 29ê Xermanana 1401an a Rojî, li meşa şoreşa seranserî ya Jin Jiyan Azadî li bajarê Kamêranê hatibû girtin û li 7ê Rezbera heman salê bi danîna barimteya 150 milyon Tumenî bi awayekî demkî heya dawî qonaxên dadgehê li Navenda Çaksazî û Hînkariya bajarê Sinê hatibû azadkirin.