Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: “Bo gihîştin bi rêkevtin û encamekê, hewce ye ku hemû li ser xalên hevpar diyalogê bikin”

10:54 - 19 Îlon 2023

Roja Yekşemî 26ê Xermanana 1402 a Rojî, kombûneke siyasî bo Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Xalid Ezîzî” li bajarê Waşîngtonê bi rê ve çû.

Li yekemîn salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” û 31emîn salvegera şehîdkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevrêyên wî, kombûneke siyasî bo hejmarek ji kesayetî û nûnerên hizb û aliyên siyasî yên Îranê li bajarê Waşîngtonê bi rê ve çû. Di vê kombûnê de, “Xalid Ezîzî” dûredîmena siyasetên Hizba Demokrat bo  hevpêwendiyeke berfireh bi hûrî şirove kir.

Di vê kombûnê de, Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Xalid Ezîzî” di axavtinên xwe de bal xiste ser guherinkariyên vê dawiyê yên Kurdistan û Îranê û bi taybet deverê, got: “Bo gihîştin bi rêkevtin û encamekê, hewce ye ku hemû li ser xalên hevpar diyalogê bikin”.

Berdevkê Hizba Demokrat behsa platform û bernameya siyasî ya Hizba Demokrat kir ku bo avakirina bereyek berfireh li navbera wan hizb û rêkxirawên siyasî û kesayetiyên xwedî bandor ku bawerî bi azadî û demokrasî û ploralîzmê li Îranê hene, bo vê armancê jî hewce ye ku bigihîjin bi encameke dilxwaz ku daxwaziya piraniya xelkê Îranê be û bi vê rêyê ve em bikarin bo Komara Îslamî ya Îranê, alternatîvekê çê bikin.

Xalid Ezîzî di beşeke din a axavtinên xwe de îşare bi gefxwarinên rejîma Îranê kir ku bi sedema bêçaretiyê û bo xapandina hizra giştî ya xelkê Îranê ye da ku wisa bide nîşandan ku li derveyî Îranê û bi taybet li Kurdistanê, gefek li ser yekparçeyiya Îranê heye.

Herwisa navbirî tevî berteknîşandan bi vê gotinê, daxwaz kir ku bi wekhevî û hevpêwendî û bi diyalogê, li hember wan gefxwarinên rejîma Îranê bisekinin.