Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Ewropayê li derheq biryara Îranê bo derxistina lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî daxuyaniyeke hevpar belav kirin

11:01 - 19 Îlon 2023

Amerîka, Birîtaniya, Feranse û Almanê di daxuyaniyeke hevpar de daxwaz ji rejîma Îranê kirin ku li biryara xwe ya li derheq qedexekirina çalakiyên lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî pêdeçûnê bike.

Amerîka û ev welatên Ewropayê di beşeke vê daxuyaniyê de dane zanîn, ku rejîma Îranê hewce ye bi lezgînî biryara xwe ya ragirtina çalakiyên lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî biguhere û bi tevawî digel Ajansê hevkariyê bike.

Herwisa di vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi pirsyarên bê bersivmayî yên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî hatiye: “Ajansê pirsên cidî, demdirêj û çaresernekirî li derheq made û çalakiyên navkî yên neragihandiyên rejîma Îranê hene ku Tehran zêdetir ji 4 sal e bersiva wan nedaye”.

Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî di rapora xwe ya vê dawiyê de bi tekezî belav kiribû ku bernameya navkî ya rejîma Îranê ti hegerek bilî armancên leşkerî nîne.