Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 7 kes û 4 navend bi sedema beşdarî li bernameya dronên rejîma Îranê, li lîsteyê dorpêçan zêde kirin

10:58 - 20 Îlon 2023

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê 7 kes û 4 navend bi sedema beşdarî li bernameya dronên rejîma Îranê li welatên Îran, Çîn, Rûsiye û Tirkiyê li lîstyê dorpêşên xwe li dijî rejîma Îranê zêde kir.
Cihgirê Wezîrê Xezînedarî ya Amerîkayê “Birayan Nêlson” bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn, ku 7 kes û 4 navend di hêsankirina şandina parçe û danûstendinên darayî yên pîşesaziya balafirên Îranê û hewlên vê saziyê ji bo çêkirina dron û balafirên leşkerî rolek lîstine.
“Birayan Nêlson” di vê daxiyanê de gotiye: “Berdewamiya kirayarên bi zanebûn ên Îranê li berfirehkirina bernameya dronan, Rûsiye û hêzên girêdayî vê rejîmê li Rojhilata Navîn û bikerên din ên alozker, dike xwediyê şiyan ku aramiya cîhanê aloz bikin”.
Herwisa navbirî li ser îradeya Amerîkayê bo rawestan li hember torên dabînkirina dronên rejîma Îranê û handana welatên din bo rêgiriya yasayî ji şandina alavên dironan bo rejîma Îranê tekezî kir.
Navê kompaniyên wek “Pêşeyên Berhemanîna Balafirên Îranê” (HAS)  ku girêdayî Wezareta Berevanî ya rejîma Îranê ye ku bi alîkariya Spaha Pasdaran a terorîst dronên curên “Ebabîl” û “Şahid” berhem tîne, li wê listeyê dorpêçan de têne dîtin.