Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizatiya malnişînkiriyan li Kirmaşan û Sinê bi rê ve çû

11:00 - 20 Îlon 2023

Kombûna nerazîbûna malnişînkiriyan li parêzgehên Sine û Kirmaşanê roja Sêşemî 28ê Xermananê bi rê ve çû.

Xwenîşanderan di vê kombûna nerizatiyê de daxwaza mafê xwe kirin û dane zanîn li hember mûçeyên wan û yeksaniya mûçe digel fermanberan bi qasî %90 bê cîbicîkirin û daxwaza başkirina rewşa jiyana xwe kirin.

Malnişînkiriyên nerazî tekezî kirin ku heta mafê xwe bi dest nexin wekî hemû rojên Sêşemiyê dê nerizatiya xwe bidomînin.

Herwisa ji wan malnişînkiryên perwerdehiyê bi dirûşma mamosteyên girtî azad bikin û Cefer Îbrahîmî Azad bikin û çendîn dirûşmên dine dan.

Nerizatiyan di encama talankirina perê welat de dirûşmên wekî, soz bes e, sifre vala ye, jiyaneke xweş mafê me ye, heta em mafê xwe nestînin emê li xwenîşandanan berdewam bin û çendîn dirûşmên dinê dan.