Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keçberbûna pizîşkan ji Îranê 2 qat zêdetir bûye

11:40 - 3 Îlon 2023

Berdevkê Nizam Pizîşkiya rejîma Îranê gotiye, ku koçkirina pizîşkan bi helsengandin digel salên berî Koronrayê 2 qat zêde bûye.

Pêka rapora malpera “Dîdebanê Îran”, di sala derbasbûyî de 160 pizîşkên pispor ên dil û 30 hezar kadrên dermanî ji zanîngehên zanistên pizîşkî daxwaza belgeya “pêşîneya baş” kirine û xwestine bo welatê Omanê herîn; Herwisa di vê raporê de hatiye ku di heyama 4 salên derbasbûyî de 16 hezar pizîşk ji Îranê derkevtine.

Berdevkê Nizama Pizîşkiya rejîma Îranê “Riza Larîpûr”, di hevpeyvînekê de digel malpereke ser bi rejîmê gotiye, ku nêvinciya dahata civaka pizîşkî li Îranê li jêr 20 milyon Tumenî ye û 100 hezar kes ji civaka 150 hezar kesî ya pizîşkiya Îranê, dahateke li navbera 11 heta 15 milyon Tumenan heye û ew yeka li jêr hêla hejariyê ye.

Herwisa Birêveberê Giştî yê Nizam Pizîşkiya rejîma Îranê li sala 1401a Rojî gotibû, “niha me di Îranê de pisporê niştergeriya dilê zarokan nîne”.

Nebûna ewlehiya kar, enflasyon, serkut, kuştin, binçavkirin û bêhêvîtiya civaka pizîşkî ji paşerojê, bûye sedem ku pizîşk û kadrên dermanî ji Îranê derkevin.