Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:08 - 20 Îlon 2023

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Li gorî nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî”, roja 25ê Xermanana 1402 a Rojî, Azad Hacî Mîrzayî yê çalakvanê jîngeparêzî yê xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Azad Hacî Mîrzayî, piştî sê roj ji girtinê heta niha ti pêwendiyek telefonî digel malbata xwe nebûye û eva jî bûye cihê nîgeraniya malbata wî û hewl û lipeykevtinên malbata navbirî bo agehdarbûn ji çarenivîsa kurê xwe bê encam maye û navendên serkutker yên rejîmê jî xwe ji dana her cure zanyariyekê li derheq çarenivîsa navbirî diparêzin.

Hêjayê gotinê ye ku heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek li derheq sedema girtin û cihê man û çarenivîsa wî ber dest nîne.