Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê damezraweyeke pîşeyî ya medenî li Behrêynê kire armanc

11:46 - 22 Çirriya paşîn 2026

Wezareta Navxwe ya Behrêynê li roja Şemî 21ê Çiriya Paşîn bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand bi sedema êrîşa rêjîma Îranê bo ser damezraweyke pîşeyî ya medenî de agir berbûye vê damezraweyê û xisarên malî li pey xwe aniye lê ti xisareke canî nebûye.

Wezareta Navxwe ya Behrêynê tevî îşarekirin bi şandina hêzên temirandina agir bo vê damezraweya pîşeyî, huşdarî daye xelkê xwe li egera her gefekê de xwe bigehînine nêzîktirîn penagehê.

Wezareta Hundir a Behrêynê hûrdekariyên zêdetir li derheq vê êrîşa bo ser damezraweya medenî belav nekiriye.

Herwisa çendîn teqîn li nêzî qiraxavên Behrêynê hatine bihîstin ku sedema wan teqînan nehatiye zanîn.

Li welatê Behrêynê de navgana pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê cihgîr e û li heftiyên derbasbûyî de rêjîma Îranê çendîn caran bi rêya diron û mûşekan êrîş kiriye ser, lê her carê diron û mûşekên rêjîmê li esman de hatine teqandin.

Pêka rapora nûçegihaniya Fars a ser bi spaha pasdaran a terorîst, çendîn teqînên mezin li bajarê Sîrikê hatine bihîstin, herwisa çendîn teqînên piştrastnekirî jî li tengava Hormozê de qewimîne ku sedema wan teqînan bi serastî nehatiye zanîn.