Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa welat hinde xirabe ku dengê îtrafa desthilatdarên rêjîmê jî bilin bûye

11:52 - 22 Çirriya paşîn 2026

Hoşdariya tund a endamekî Komîsyona tendirûstiya meclîsa rejîmê li derheq giraniya zêde û kêmiya dermanên nexweşên taybet

Mihemed Cemaliyan, Endamê Komîsyona Tendirûstiya Meclîsa rejîmê, li daxûyaniyekî de ragehand ku kerta derman li Îranê de, bi taybetî li warê dermanên çareserê şîmyayî û hewcehiyên din ên nexweşan, rûbirûyê du kirîzên mezin bûye.

Navbirî îşare bi vê kir ku destpêktirîn pirsgirêk pêkhatî ne ji bilindbûna berdewam a nirxan ku çiyê din li şiyana malî a welatiyan de nîne.

Li gorî gotina wî nûnerê meclisa rejîmê, bargiraniya darayî hinde zêde ye ku hinek li nexweşan tevî hebûna bîmeya tendirûstiyê jî, neçar in mehane bi qasa 75 Milyon tumenî tenê bo dabînkirina dermanên xwe xeric bikin.

Cemaliyan herwisa got ku pirsgirêka duyem eva ye ku li kêmbûn û destnekeftina hinek li corên derman li bazaran de, herçend tekezî kiriye ku giraniya nirxan kirîza serekî ye û jiyana nexweşan xistiye mertirsiyê ve.