Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp dixwaze digel taqîma nû ya rêberatiya rêjîmê lihevkirneke hertimî bike

11:36 - 22 Çirriya paşîn 2026

Donald Tiramp Serkomarê Amerîkayê ragihand ku girûpa yekem û duyem a berpirsên rêjîmê ji nav biriye û niha dixwaze digel girûpa sêyem a berpirsên rêjîmê lihevkirineke hertimî bike û bi vê yekê garantî bike êdî bi ti awayek ev rêjîm nekare heta dehan salên din jî çeka navkî bi dest xwe ve bîne.

Serkomarê Amerîkayê gotiye egera vê heye girûpa sêyem a birêveberên rêjîmê hinek berbiaqiltir ji 2 girûpên jinavçoyî bin, lê fikra tev wan berpirsên rêjîmê vek hev e û lihevkirin digel wan hinek dijwar e.

Donald Tiramp eşkere kir ku li hewlên xwe li dijî rêjîma Îranê 2 rêjîmê guherîne lê dixwaze digel vê girûpa rêberatiya rêjîmê lihevkirineke hertimî bike û hemû nigeraniyên li derheq bernameya navkiya rêjîmê ji nav bibe.

Donald Tiramp bi rohnî da zanîn ku berpirsên niha yên rêjîmê jî wek yên berê cihê baweriyê nînin, li danûstandinan de hinek mijaran erê dikin lê piştre wan biryarên xwe binpê dikin.