Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 530 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

08:15 - 22 Çirriya paşîn 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 530 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt bi serdêra “yad û rêbaza wan namire” dikeve ber çavan.

Her li Rûpela ewilî de peyama hevxemiya rêzdar Mistafa Hicrî Sikirtêrê Giştî ê PDKÎ bi boneya canjidestdana 13 karmendên Awdananî li bûyera tirafîkê de dikeve bar çavan.

Rûpela 2 de - Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, bo piştîvaniya li xwenîşandanên xelkê Awdananê, û herwisa - gotara - Desthilata înkarê û diyarîkirina pişka zikê gel, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 3 de - Sîbera tirsê, Qeyrana benzînê û egera dubarebûna xezelwera 98an, ji nivîsa Aso Minberî.

Rûpela 4 de - gotara - Li vî welatî de, heta şoreşê jî tam û xweşiyekî din heye, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 5 de - gotara - Çima em bi farsî dinivîsin?, ji nivîsa Hemîd Çepatî.

Rûpela 6 - Beşa 11 a gotara - Ji nû ve nasandina têkoşîna Kurdî di serdema guherînên mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas. 

Rûpela 7 ê de gotara - Navçe di siya şaştiyên siyasî yên rêjîma Îranê de kawil dibe!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 - de ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, Di hejmara vê carê de Sîmîn Rûhanîzade digel Bêhroz Çemenara, serokê Enstîtoya Navneteweyî ya Lêkolîna Civaka Kurdî-Alman, li ser krîza aborî, nerazîbûna civakî û astengên rêxistinbûna xelkê li Îran û Kurdistanê, hevpeyvîn encamp daye.

Rûpela - 9 de, gotara - Analîzek li ser şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» ji nêrîna teoriyên kiryarên giştî, ji nivîsa Kawe Ahengerî.

Rûpela 10 – Gotara - Dema ku kêmbûna avê dibe mijareke berpirsiyariya siyasî û dadmendiya civakî, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11a Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 530 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Kes nema? Nan nema, Her kesê vekhev para xwe bir!”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 530a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.