Piştî nîvroya roja Înê 30yê Xezelwerê, hêzên serkutker ên rejîmê bi kincên şexsî û hêzên çekdar û besîc ve, bajarê Bokanê mîlîtarîze kir û li rêya xala vekolînê, çavedêrî û kontirolkirina xelkê ve, welatî wêzar kirine.
Li gorî ew zaniyariyên ku geheştine Navenda ragehandina hizba Demokrat, hêzên rejîmê li hinek cihan de telefona welatiyan wergirtine û Azara xelkê dane.
Li gorî wan zaniyariyan, li çarêyana Îtilaatê ve berbi Bilwara Kurdistanê û meydana Fermandarî, meydana topa pê û Bilwara Kemerbendî a wî bajarî û li hemû çarêyan û meydanan de, hêza nizamî û knic şexsî û bikirêgirtiyên rejîmê têde hatine cihgîrkirin.
Berê jî hêzên rejîmê li piraniya bajarên Kurdistanê de bitaybet li parêzgeha Sine û Urmiyê de bi wan cureyan hewil dijî welatiyan birêve birine û rewşek tund a ewlehî bi ser bajaran de zal kiribû.