Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîmê li sînorê Efxanistanê teqe bi serê zarokekî sawa kirin

11:40 - 22 Çirriya paşîn 2026

Pêka rapora tora mafên mirovî ya Belûçistanê hêzên sînorî ên rêjîma Îranê li sînorê “Beçerahî” ser bi devera kêlegan a bajarê Gulşenê, bi awayê rasterast teqe li 3 kesan kirine û piştî kuştina wan hewla veşartina termê wan kuştiyan li jêr keviran de dane.

Hêzên hov ên sînorî teqe bi serê wan kirine û her 3 kes ku yek ji wan zarokekî sawa bûye li encama vê kirara hovene de hatine kuştin.

Pêka girtevîdyoyên belavbûyî wan hêzên rêjîmê li mewdaya gelek nêzîk ve teqe bi ser wan kuştiyan kiriye lê heta niha berpirsên rêjîmê li derheq vê cinayeta hovane ya teqekirin bi serê zarokan li sînoran de ti berteke ji xwe nîşan nedane.

Li vê raporê de hatiye ku ev cinayeta hovane li roja Înê 20ê Çiriya Pêşîn qewimye û termê wan kuştiyan ji aliyê xelkê efxanistanê ku ji vê deverê re derbas bûne li jêr keviran de hatine dîtin.

Li derheq nasnameya wan kuştiyan, ti zanyariyek belav nebûye û egera vê heye ku malbatek bin.