Partiya Azadî ya Kurdistan-bakur (PAK), di roja 17ê Îlona 2023an de li bajarê Enqereyê 3yemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist û di vê kongreyê de navê partiya xwe bi Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) guherî.
Di kongreyê de, Serokê Giştî yê partiyê Mustafa Ozçelîk, rêvebirên partiyê Mehmet Can Azbay û Merd Baran Boskan di derbarê rola dîrokî ya damezrandina Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) da axivîn.
Mustafa Ozçelîk di kongreyê de bi yekdengî wek Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate hilbijartin.
PAK wate PWKiya niha û TDK-TEVGERê di rojên 9 û 10ê Îlona 2023an de, li Amedê kongreya xwe ya yekitîyê lidar xistibûn û di roja 10ê Îlonê de û li gorî biryara kongreyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava kiribûn.