Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pênic parlemantarên Swîsê piştevanî ji daxwazên rewa yên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kirin

11:39 - 20 Îlon 2023

Di encama hewlên beşa pêwendiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swîsê, pênic endam parlemanên Swîsê piştevanî ji daxwazên rewa yên xelkê Rojhilatê Kurdistanê û tekoşîn bo giheştin bi azadî û demokrasiyê dane xuya, û her yek ji wan bi cuda digel berpirsên Hizbê li Swîsê çendîn mijarên girîng anîne ber behsê.

Ev pênic endam parleman ku li ser daxwaza Komîteya Hizbê li Swîsê beşdarî li xwenîşandan û kombûna bajarê Bazilê kirinbûn ev in: “Fabiyan Molîna, Mistefa Atîçî ji Partiya Sosyal-Demokrat, Sîbel Erselan û Kirîstênî Badêr Şêr ji Partiya Kesk a Swîsê û Kirîst Katiya ji Partiya Kesk a Lîbral”.

Navbiryan di vê kombûnê de ku ji bo piştevanî ji xebata xelkê Îran û salvegera şoreşa Jînayê hatibû pêkanîn, axivîn.

Fabiyan Molîna Parlemantarê Partiya Sosyal-Demokrat û herwisa Endama Komîsyona Siyaseta Derve ya parlemana Swîsê, di gotinên xwe de rejîma Îranê bi kevneperest û bnipêkarê mafê mirov û bi taybet jinan û neteweyên Îranê binav bir û hêvî xiwast ku xebata dijî wê rejîmê heya giheştin bi azadî û demokrasiya rastî di Îranê de nesekine.

Herwisa Mistefa Atîçî, Parlemantarê Partiya Sosyal-Demokrata Swîsê bi navê Jin Jiyan Azadî dest bi axavtinên xwe kir û daxwaz ji yekgirtiya xelkê Îranê û bi taybet aliyên Kurdî kir ku bo berbipêşvebirina xebatê li dijî rejîma Îranê berdewam bin.

Di dawiyê de berpirsên Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Swîsê spasiya parlemantaran kir bo piştevanî ji xelkê sitemlêkirî yên Îran û herwisa Rojhilatê Kurdistanê.