Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine; Girtina Tariq Rehîmpûr ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîm ve

11:58 - 20 Îlon 2023

Roja Çarşemî 29ê Xermananê, Tariq Rehîmpûr yê 39 salî, kurê Mûsa û xelkê gundê “Ewîheng”a bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.
Li gor rapora “Kurdpa”yê, 12 kes ji hêzên ewlehî yên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî, bi awayekî hovane êrîşî ser cihê karê Tariq Rehîmpûr kirine û bi bêrîzkirin û nîşandana reftarên tunûtîjiyane navbirî binçav kirine.
Heta gava belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.
Roja Yekşemî 14ê Banemera 1399an jî, Tariq Rehîmpûr ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a rejîmê li Sinê bi “hevkarîkirin digel yek ji hizbên Kurdî yên opozisyona rejîma Îranê” bi 4 sal girtîgeha ragirtî û bi sedema şikayeta Spaha Pasdaran derheq “bêrêzîkirin bi rejîmê û karbidestan wê” bi salek girtîgehê hatibû tohmetbarkirin.