Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê li derheq binçavkirina çendîn kes ji endamên vê encumenê daxuyaniyek belav kir

12:14 - 20 Îlon 2023

Encumnena Kesk a Çiyaya Merîwanê li derheq êrîşkirina hêzên ewlehî û leşkerî li ser rêûresma vebîranîna salvegera şehîdbûna 3 şehîdên jîngehê ku di 19ê Xermananê de li baxçeyê yek ji endamên vê encumenê de bi rê ve çûbû daxuyaniyek belav kir.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye ku hêzên ewlehî û leşkerî bi hêzeke zêde û bi awayekî berfireh û bi hov ve, êrîş kirine ser beşdarên vê rêûresmê ku çendîn jin û zarok jî beşdar bibûn û 28 kes ji kesên beşdar di vê rêûresmê de binçav kirin û dest bi ser mobaylên endaman û 36 pilakên maşînên kesên han de girtin.

Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê di vê daxuyaniyê de diyarî kiriye ku wan hêzan bi bê belgeyên yasayî û dûr ji hemû pirensîpên exlaqî û yasayî û parastina kerameta mirovî êrîş kirine ser wan û piştî 5 demjimêr lêpirsînê li demjimêr 2ê sibêdehê 25 kes ji wan azad kirin û mobayl û pilakên maşînên wan nedan”.

Pêka vê daxuyaniyê, 3 kes ji endamên vê encumenê yên bi navên “Kawe Kerîmiyan, Madih Xweşnewaz û Kawe Destan” di girtigehê de ragirtin û piştî derbasbûna 7 rojan tenê “Kawe Destan” azad kirin û tevî hemû lipeykevtinên vê encumenê li derheq cihê ragirtina wan 2 endamên encumenê ti zanyariyek li ber dest nîne.

Herwisa vê encumenê tevî şermezarkirina tund a vê kiryara rejîmê, daxwaz kiriye ku bi zûtirîn dem û bi bê  mercan endamên girtî yên vê encumenê bêne berdan, mobayl û pilakên maşînên beşdarbûyên rêûresmê bêne dan û dezgehên ewlehî û leşkerî yên rejîmê divê ji Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê daxwaza lêborînê bikin ku bi awayekî neyasayî êrîşî kombûna vê encumenê kiribûn û bûne sedema tirs û bêrêziyê.