Hêzên serkutker û hov ên rejîma Îranê li bajarên “Urmiye û Kirmaşan”ê rêgirî ji birêveçûna salvegera şehidên şoreşa “Jîna”yê, şehîd “Fercad Derwîşî” û şehîd “Riza Şehperniya” kirin.
Hêzên ewlehî û întizamî yên rejîma Îranê roja Çarşemî 29ê Xermananê, li salvegera şehîdkirina şehîd “Fercad Derwîşî” yê şehîdê şoreşa “Jîna”yê, tevî milîratîzekirina gundê “Balo” yê ser bi bajarê Urmiyê û herwisa dorpêçkirina mala wî şehîdê, hewla rêgirîkirin ji birêveçûna rêûresma salvegera wî şehîdê şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê dan û derfet nedan ku ew rêûresme li ser tirba wî şehîdî bi rê ve here.
Herwisa roja Çarşemî 29ê Xezelwerê, hêzên ewlehî û întizamî yên rejîma Îranê li bajarê Kirmaşanê bo rê ji birêveçûna rêûresma salvegera şehîdê şoreşa “Jîna”yê “Riza Şehperniya”, girtin û rêyên çûn bo nav goristana vî bajarî daxistin û bi kesê re derfet nedan ku bikarin serdana nav vê goristanê bikin.