Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

10:53 - 21 Îlon 2023

Welatiyekî Kurd yê bi navê Ebas Mûsewî Qasimlo yê xelkê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Li gorî raporta Kurdpayê, roja Sêşemî 28ê Xermananê welatiyekî Kurd yê bi nave Ebas Mûsewî Qasimlo yê temen 34 salî û xelkê gundê Girdiwan yê ser bi devera Mirgewera Urmiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin

Ebas Mûsewî hostayê karê armatorbendiyê ye û hêzên rejîmê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî rijiyane ser cihê karê navbirî û girtine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, sedema girtin û tohmetên ku bi ser Ebas Mûsewî Qasimlo de hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.

Her di vê derheqê de li gorî Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, di navbera 20 rojên borî de aliyê kêm 150 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin ku nasnameya wan hatiye piştrastkirin, wate di her du rojan de bi giştî 15 welatiyên Kurd hatine girtin.