Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ukraynê di êrîşekê de li devera Odêsayê 22 dronên rejîma Îranê xistine xwarê

12:00 - 3 Îlon 2023

Malpera “First Post”, roja 12ê Xermananê daye zanîn, ku hêzên esmanî yên Ukraynê 22 dronên Rûsiyê ji cura Şahd a berhema rejîma Îranê di êrîşekî de li devera Odêsaya Ukraynê xistine xwarê.

Ukrayna dibêje, Rûsiyayê 25 dronên xweteqîner ên berhemên rejîma Îranê bo ser devera Odêsayê avêtibûn, ku 22 ji wan dronan ji aliyê hêzên esmanî yên Ukraynê ve xistine xwarê.

Hêzên esmanî yên Ukraynê li kanala xwe ya Telegramî de ragehandiye, ku ev êrîşane bi dronên “Şahid 131 û 136” hatibûne encamdan.

Li gorî gotina Ertêşa Ukraynê, ev êrîşên Rûsyayê ji başûr û başûrê rojhilat ve hatine encamdan.

Dronên xweteqîner ji cura Şahid ji aliyê rejîma Îranê ve hatine berhemanîn û welatê Rûsyayê jî li şerê dijî Ukraynê bikar tîne.

Odêsa yek ji bajarên qiraxava Ukraynê ye ku dikeve qiraxa deryaya Reş.