Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî xelkê Dîwandere ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

10:58 - 21 Îlon 2023

Çalakvanekî medenî yê Kurd û xelkê bajarê Dîwandere ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin

Li gorî Nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê Xweragirî, roja Çarşemî 29ê Xermanana 1402 a Rojî, hêzên rejîmê rijiyane ser mala çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Dîwandere yê bi navê Elaedîn Fethî û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî girtine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Di encama rijiyan bo ser mala navbirî de, hêzên rejîmê rewşek hov afirandine û dayîka Elaedîn tûşê şoka derûnî hatiye û bi lez bo nexweşxaneya vî bajarî hatiye veguhastin û ji wir ve jî bo odeya çavedêriya taybet a pizîşkan hatiye veguhastin.

Heya niha ti zaniyariyek li derheq sedema girtin û cihê man û çarenivîsa navbirî ber dest nîne û navendên serkutker yên rejîmê heya niha ti zaniyariyek derheq rewşa Elaedîn Fethî bi malbata wî re nedane.