Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê 9 welatiyên xelkê bajarê Qurwê ji destpêka vê heftiyê ve binçav kirine

11:22 - 21 Îlon 2023

Ji destpêka vê heftiyê ve, hevdem digel salvegera şoreşa “Jîna”yê, 8 welatiyên Kurd û welatiyekî Tirk ên xelkê bajarê Qurwe yê ser bi parêzgeha Sinê, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê  Mirovî ya “Hengaw”ê, ji destpêka vê heftiyê ve 8 welatiyên Kurd ên bi navên “Resûl Sultaniyan, Arman Sultaniyan, Ebdulla Ebdulmelikî, Mehdî Feyzî, Arman Kûhî, Umîd Xusrewî û herwisa 2 nûciwan din ên bi navên “Teha Wermeqanî û Metîn Qenberî” ên temen 15 salî û herwisa welatiyekî Tirk ê bi navê “Mihemed Şêxceiferî”, hevdem digel yekemîn salvegera şehîdbûna “Jîna”yê û destpêkirina tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê hatine binçavkirin.

Di vê derheqê de roja Sêşemî 28ê Xermananê, “Arman û Resûl Sultaniyan” ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst ve, li bajarê Qurwê hatine binçavkirin;  Arman kasibkarekî bajarê Qurwê ye û sala derbasbûyî jî carekê li meşa şoreşa “Jîna”yê bo heyamekê, hatibû binçavkirin.

Herwisa roja Şemî 25ê Xermananê, 2 nûciwanên xelkê bajarê Qurwê yên bi navên “Metîn Qenberî û Teha Wermeqanî” yên temen 15 salî, ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst ve li vî bajarî hatine binçavkirin.

Ji aliyê din ve, di hemen rojê de û hevdem digel destpêka şoreşa “Jîna”yê, mamosteyî malnişînkirî yê bi navê “Ebdulah Ebdulmalikî” û “Mehdî Feyzî” ji aliyê girûpek ji hêzên Spaha Pasdaran ve hatine binçavkirin.

Di berdewamiya menca binçavkirinan de li sibêdeha roja Sêşemiya vê heftiyê, xwendekarê qonaxa karnasiya endazyarî ya nermeamêrên Kampiyûterê li zanîngeha Kurdistan a bajarê Sinê “Mêhran Kûhî û Umîd Xusrewî” bi bê belgeyên dadgehê, di mala xwe de li bajarê Qurwê hatine binçavkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast û hûr li derheq rewş, cihê ragirtin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan de, li ber dest nîne.