Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan nigeran e ku rejîma Îranê bigihe bi çeka navkî

12:00 - 21 Îlon 2023

Erebistanê gotiye eger rejîma Îranê çeka navkî bi dest bîne, divê me jî çeka navkî hebe û ew welate nigeranê hebûna çeka navkî ya rejîma Îranê ye.

Cihgirê Şahê Erebistanê “Mihemed Bin Selman” li hevpeyvîneê digel nûçegihaniya “Fox News”ê li derheq rengehiya destpêregiîştina rejîma Îranê bi çeka navkî, nigeraniya xwe da xuya û got: “Eger ew yeka biqewime, Erbistan jî divê ku çeka navkî bi dest bixe”.

Mihemed Bin Selman di vê hevpeyvînê de tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq rengehiya destpêregîhîştina rejîma Îranê bi çeka navkî gotiye: “Ew karekî şaş e; Eger çeka navkî bi kar bînin, divê digel tevahiya cîhanê şerekî mezin bikin”.

Hewldana rejîma Îranê bo pêşxistina bernameya navkî û perdepoşkirina hewlên xwe bo berhemanîna çeka navkî, bûye sedem ku welatên din li cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn bo berevanî ji xwe li hember gefxwarinên rejîma Îranê, hewla bidestveanîna çeka navkî bidin û bi vî awayî ji nû ve rikeberiyeke hov û kavilker a navkî û mertirsîdar li ser jiyana mirovahî li cîhanê dest pê dike.