Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Yekîtiya Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê bi hilkefta despêka demsala nû a xwendinê

12:28 - 21 Îlon 2023

Yekîtiya Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê bi hilkefta 1ê Rezberê despêka demsala nû a xwendinê li dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê peyamek belav kirin.

Di beşeke peyama wan de hatiye:

Bi rohnî xuya ye ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi berevajiya rewşa welatên din, dîtingeheke teng a îdeolojîk a xerabiyê li ser pirsa perwerdehiyê baskên xwe yên tarî belav kişaye û hemû deriyên geşe û hînbûnê bi ser zarokên me de daxistine.

Îro di bin siya desthilatdariya şûm a axundên xapînok û dinyaperest de xelkê Îranê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî li jêr hêla hejariyê de dijîn û heta beşeke zêde ya malbatan şiyana kirîna kelûpelên despêkî yên xwendinê bo zarokên xwe nînin û her bi vê sedemê jî rêjeya devberdan ji xwendinê heta ku tê zêdetir dibe.

Hûn derxwanên Kurdistanê bi piştevaniya mamosteyên xwe yên dilgerim û çavnetirs we alaya dirûşma watedar a Jin Jiyan Azadî ku di hundirê serhildana gelê xweragir a Kurdistanê ve gulîlk dabû, we bilind kir û wekî mijara sereke ya xwe bo nav dilê dibistanan bir ku heya niha jî bi serbilindî maye.

Di heyama sala yekem a xwendina şoreşa Jînayê, xwendekar û mamosteyên Kurdistanê mil bi milê gekên bindest û xelkê azadîxiwaz ên din yên Îranê li ti pêngavek bo pêkvepêçana desthilta şûm a Xamineyî kêm neanîne.

Her wekî hûn dizanin maf û azadiyên dersxwanên me bi ti awayî ji aliyê desthilata axundî ve berçav nayê girtin, û rewşa dibistan û naveroka pirtûkên dersî cuda ji bilî vê ku serdemyane û dilgîr nînin, lê li rûyê nasnameya netewî, warê kesî, kultûr, dîrok, jîngeh û dehan taybetmendiyên din digel ruh û xiwasta xwendekarên me yek nînin.

Em wekî Yekîtiya Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê, tevî nîşandana piştevanî hemû aliyaneya ji tevgera rewa a şoreşa xwendekar û mamosteyên Kurdistanê ku tevlî tevgera cemaweriya gelê Kurd bûye, em hêvîdar in ku bi dijayetiya jîrane û tundtirkirina refên yekrêziya xwe bi zûtirîn dem em bigihine hêviyên xwe û di pêşerojeke nêz de civakek bextewer bo xwe û nifşa nû misoger bikin.