Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herî kêm 5 kombûnên nerazîbûnê hatin lidarxistin

12:52 - 21 Îlon 2023

Di berdewamiya kombûn û grevgirtinên malnişînkiriyan û kedkarên kargehên Heft Tepe û Qendê de, duh roja Çarşemî 5 kombûnên bi vî awayî li dijî rejîmê û berpirsên gendel ên vê rejîmê bi rê ve çûn.

Roja Çarşemî 29ê Xermananê, komek ji malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî li Şûş û karkerên Heft Tepe li ber ofîsa nûnerê rejîmê di meclisê de li Şûşê û hejmarek ji karkerên kargeha Qend a Qezwînê li hember avahiya vê saziyê kom bûn û nerazîbûna xwe dane nîşan dan.

Wan malnişînkiriyan û kargerên grevgirtî li dijî rejîmê û berpirsên gendel ên rejîmê dirûşm dan û daxwaza zêdekirina mûçe û dabînkirina jiyana xwe kirin.

Malnişînkiriyên nerazî jî daxwaza vegerandina mûçeyên xanenişînî yên mehane, dermankirina bêpere û xizmetguzariyên xweşbijîviyê û pêkanîna wekhevkirina mûçeyên mayî û dayîna mûçeyên paşmayî yên ji sala 1399an ve heta niha kirin.

Her roj çendîn kombûnên cuda ji tex û qatên civakê li dijî rejîmê bi rê ve diçin û heta dirûşmên wan jî li dijî herifîna rejîmê ne.