Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netanyaho: Divê rejîma Îranê rastî gefeke leşkerî ya micîd bê

14:36 - 23 Îlon 2023

Serokwezîrê Îsraîlê li civîna giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de got ku rejîma Îanê, mezintirîn gef li ser Îsraîlê ye.

 Roja Înê 31ê Xermananê, Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyahû”  li civîna giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de bi tekezî û rohnî got ku rejîma Îanê, mezintirîn gef li ser Îsraîlê ye û heta dema ku ez Serokwezîrê Îsraîlê bim, ez nahêlim ku rejîma Îranê çeka navkî bi dest xwe ve bîne”.

Herwisa Serokwezîrî Îsraîlê gotiye: “Vê rejîmê tayên xwe yên terorîstî li seranserê cîhanê de belav kirine û heta hewlê dide ku Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê û şêwirmendê berê yê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê teror bike”.

Navbirî bi tekezî gotiye ku gefa leşkerî ya micid bi ser rejîma Îranê dikare rêgirî ji destpêregîhştina rejîma Îranê bi çeka navkî bike.

Herwisa rêberê Opozîsiyona Îsraîlê “Yaîr Lapîd” jî berê gotibû: “Gefxwarina leşkerî li rejîma Îranê dikare vê rejîmê neçar bike dest ji berhemanîna çeka navkî hilbigre”.