Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê naxwaze pêbendê sozên xwe yên Bercamê be

14:39 - 23 Îlon 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi tekezî gotiye ku biryara rejîma Îranê li derheq hilveşandina derfetnameya lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, dide xuya ku naxwaze pêbendê sozên yên Bercamê be.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” roja Înê 31ê Xermananê, li civîneke rojnamevanî de got: “Bi awayê nerasterast digel Îranê û rasterast digel hevpeymanên xwe yên Ewropayê û herwisa Rûsiye û Çînê me hewl da ku vegerin nav Bercamê, lê Îran nikare an naxwaze tiştek wiha biqewime”.

Herwisa navbirî got: “Heftiya derbasbûyî, Tehranê  lêkolerên Ajansa Navnetewî ya wizeya navkî ku rola girîng li ceribandina rastiyên bernameya navkiya Îranê de hene, ji axa xwe derxistine, kirarên wiha didin xuya ku Îran li pêbendiya xwe bo sozên dayî li Bercamê, micid nîne”.

Berê jî birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafaêl Girûssî” ew kiryara rejîma Îranê bi tundî şermezar kiribû û daxaza pêdeçûna rejîma Îranê li vê biryarê de kiribû.

Rejîma Îranê heta niha bersiva çendîn pirsayrên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî nedaye û pêka gotina vê Ajansê , rejîma Îranê bo berhemanîna çend bombên navkî, Uraniyoma hewce li ber dest de heye.